Mehmûd Axayê Herkî: Pirsgirêk hatin çareserkirin û navçe aram e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê eşîra Herkiyan Mehmûd Axayê Herkî ragihand ku niha rewşa li navçeya Xebatê ya Hewlêrê asayî ye û şer nemaye.

Mehmûd Axayê Herkî da zanîn ku hêzên ewlehiyê yên ku doh ji bo girtina kesekî çûbûn herêmê, vekişiyane.

Li gundê Girdereşeyê yê navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê doh di navbera hêzên ewlehiyê û kesekî bi navê Xurşîd Herkî de şer û pevçûn derketibûn.

Serokê Eşîra Herkiyan Mehmûd Axayê Herkî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew ji doh ve li ser xetê ne da ku pirsgirêk zêdetir mezin nebe û got:

“Îro ez bi Rêzdar Wezîrê Karên Navxwe re axivîm da ku hêzên xwe vekişînin ji bo ku navçe aram bibe û şer bi dawî bibe.

Piştî nîvro hêzên ewlehiyê vekişiyan û şer bi dawî bû.”

Li gorî gotina Mehmûd Axa pirsgirêk li ser erdekî di navbera du malbatan de çêbûye.

Mehmûd Axayê Herkî her wiha anî ziman:

“Niha hikûmetê komîsyonek ava kiriye ku pirsgirêka di navbera her du malbatan de çareser bike, komîsyon çi biryarê bide em dê pêbend bin.”

Di encama wî şerî û aloziyan de 2 kes hatin kuştin.

Yek ji wan endamê Hêza Zêrevaniyê yê bi navê Felah Hesen ê ji navçeya Kifriyê bû, yê din jî welatiyekî ji Xebatê yê bi navê Semîr Herkî bû.

Ji bilî vê çend kes jî birîndar bûn.

Doh çavkaniyekî ji hêzên ewlehiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû:

“Çend kes ji aliyê yasayê ve dihatin xwestin.

Vê êvarê hêzeke ewlehiyê bi mebesta girtina wan çûbû gundekî navçeya Xebatê lê şer derket.”

3yê mehê jî di navbera her du malbatan de şer derketibû.

Roja piştî wê Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, “Sê kesên ku di bûyerê de çek bi kar anîbûn, bi fermana dadwerê asayîşê hatin girtin.”