Nêçîrvan Barzanî û Qasim Erecî: Divê Îraq ji aloziyên herêmê dûr bê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî li Hewlêrê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan bal kişandiye ser girîngiya berdewamiya hevahengî û hevbeşiya di navbera artêşa Îraqê û Pêşmergeyan de.

Her wiha qala hewlên dawî yên pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û dûrxistina Îraqê ji aloziyên herêmê hatiye kirin.

Mijareke din a civînê, rewş û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bandora wan a li ser welatên herêmê bû.

Her du alî hevnêrîn bûn ku divê Îraq ji pirsgirêk û aloziyên herêmê dûr bê girtin û ji bo parastina aramî û ewlehiya welat, pirsgirêk bi rêyên aştiyane bên çareserkirin.

“Parastina aramî û ewlehiya sînoran û çend mijarên din ên ewlehiyê” beşeke din a civînê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku bê diyarkirin Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî tevlî civînê bûye.