Babekir Zêbarî: Biryara Amerîka bi lêdana DAIŞê “Vekirî ye”

09-08-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokerkanê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ragihand ku, biryara Amerîka bi encamdana operasyonên ezmanî li dijî çekdarên DAIŞê biryarek vekirî ye.

Babekir Zêbarî di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Biryara Amerîka bi lêdana derbeyên ezmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Iraq û Herêma Kurdistanê, biryarek vekirî ye.

Herwiha Zêbarî da aşkere kir jî ku, balafirên amerîkî 120 ton xwarin û vexwarin bo wan kurdên êzîdî avêtin ku li ser Çiyayê Şingalê asê mane.

Di vê barê de, Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku, balafirên amerîkî du bar ji alîkariyan bi riya balafirek ji corê C17 û du balafirên C130 gihandin Çiyayê Şingalê, herwiha du balafirên ji corê F18 prastina wan balafirên alîkariyê dikirin.

Îro sibehê jî, serokerkanê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihand ku, di çend saetên bê de wê guhertinên mezin li Iraqê çêbibin, bi taybet li navçeyên ku di destê çekdarên DAÎŞê de ne.

Babekir Zêbarî diyar kir ku ev guhertin wê di encama êrîşên balafirên Amerîka de pêk werin ku ji duh înê de li ser navend û pêgehên DAÎŞê l Mexmûr, Xazir û Şingalê destpêkirine.

Serokerkanê artêşa Iraqê bal kişand ku opdeyeke operasyonan ku ji efserên iraqî, rayedarên pêşmerge û şarezayên artêşa Amerîkayê pêk dêt, hatiye avakirin daku cihên navend û pêgehên DAÎŞê diyar bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst