Şaredarê berê yê Sûra Amedê, Abdullah Demîrbaş hat girtin

 

Amed (Rûdaw) – Şaredarê berê yê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş û 9 kesên din bi tohmeta “gendelî û alîkarîkirina PKKê” hat girtin.

Li bajarê Amedê, îro 16 kesên ku di çarçoveya “operasyonên terorê” de hatibûn girtin, hatin darizandin.

Li gorî agahiyan, dadgehê fermana girtina 10 kesan da û 6 kesên din jî berda.

Hat gotin ku di nav girtiyan de şaredarê berê yê Sûra Amedê Abdullah Demîbaş jî heye.

Demîrbaş bi tohmeta gendeliyê û alîkarîkirina PKKê hatiye girtin.

Abdullah Demîrbaş meha Kanûna 2009ê jî di çarçoveya operasyonên KCKê de hatibû girtin lê ji ber nexweşiyê meha Gulana 2010ê hatibû berdan.