Li Derya Egeyê belema koçberan binav bû: 9 kes xeniqîn
Navenda Nûçeyan - Li navçeya Kuşadasiyê yaAydinê boteke koçberên tê de bûn binav bû, 9 kes mirin û 4 kes jî sax hatin xilaskirin.
Li gor agahiyên berdest li Kuşadasiyê boteke koçber tê de bûn binav bû.
Li ser agahdarkirinê Hêzên Qeraxê çûn herêmê û gelek ambulans jî hatin şandin.
Li gor agahiyên destpêkê di botê de 13 kes hebûn ku jê 9 kes xeniqîn û 4 kes jî hatin xilaskirin.
Tîmên Ewlehiya Qerexê û yên bejahiyê xebatan didomînin.
Qaymeqamê Kuşadasiyê Muammer Aksoy ragihand ku koçberên xeniqîne jê 7 kes zarok û 2 kes jî jin in.
Nehatiye diyarkirin ku ka ew koçberên xeniqîne ji kîjan welatî ne.