Konsulxaneya Îranê: Di dayina vîzeya bo Kurdistanê de rekor hatiye şikandin

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê aşkere kir di dayîna vîzeyê bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de rekorek tomar kiriye.

 

Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê derbarê dayîna vîzeyê bo welatiyên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

 

Li gor daxuyaniya donsûlxaneya Îranê, tenê roja Pêncşemê, zêdetir ji 4 hezar û 500 vîze bi hemwelatiyên Herêma Kurdistanê hatine dayîn û ev yek jî rekorek e nû ye.

 

Hat ragihandin ku berî niha di rojekê de ew qas vîze nehatine dayîn.

 

Ji destpêka meha Nîsana îsal ve, Îran û Iraqê rêkeftina wernegirtina pereyê vîzeyê ji xelkê pêkanî bûn û herwiha ji ber ku Îran, dayîna vîzeyê bi awayekî elektronî encam dide, li deriyên sînorî mohrê li pasaportên xelkê nadin.

 

Her sal di heyamên cejna qurbanê de bi hezaran hemwelatiyên Herêma Kurdistanê diçin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Herwiha di wan heyaman de bi deh hezaran welatiyên ji Rojhilat û Îranê jî berê xwe didin Herêma Kurdistanê.