Nêrîna xelkê Dêrsimê derbarê serdana Erdogan a Cemxaneyê de

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê serdana Cemxaneya Huseyin Gazî kir û beşdarî fitara meha muherremê bû û karvedanên wê serdanê berdewam in û beşek xelkê Dêrsimê nerazîbûna xwe anî ziman.

Erdogan li wê derê digel nûnerên komeleyên Elewî û Bektaşî beşdarî fitara meha muheremê bû.

Êvara roja Duşembê ye, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê serdana Cemxaneya Hûsên Gazî ya Elewiyan kir.

Erdogan ku di heman demê de Serokê Giştî yê AKPê ye di 20 salên desthilatdariya xwe de yekem care serdana Cemxaneyeke Elewiyan dike. Di dehemîn roja meha Muharem de beşdarî xwarina berbanga elewiyên Enqerê bû ku  bi boneya bîranîna aşûrê hatibû rêkxistin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: “Di dîroka dewleta me de hezkirina ehlîbeytê ne tenê di şînan de wek kevneşopî rojên muharremê de tê dîtin, her ji dîrokê û heta niha jî di gelek mînakan de zelal tê dîtin. Em Ehlîbeytê ji ber Xwedayê mezin û bo pêxember hez dikin û bi vê rêzê xwedî lê derdikevin.”

Serdana Erdogan bû sedema nerazîbûn li ser elewiyan, ji ber heta niha Cemxaneyên Tirkiyê bi fermi wek îbadetxane nehatine naskirin. Erdogan di çarçoveya serdanê de derbarê wê daxwaza Elewiyan de ti daxuyanî neda lê got di vê mijarê de dewlet ligel we ye û we tenê nahêle.

Elewiyên Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dibêjin bila destpêkê Erdogan mafên me bide piştre serdana Cemxaneyên me bike.

Welatî Diren Er got: “Pêşî bila heqê me bidin me, bila neçin Cemxaneyan ji bo xwe nîşan bidin. Bila heqê me bidin û paşê bên serdana me.”

Welatî Fatma Yilmaz jî dibêje: “Bi dîtina min ev serdan ne samîmî ye. Heta niha serdana cemxaneyên me nekiriye û  guh bi cemxaneya nedaye, çima niha diçe? Ez naxwazim ku ew serdana cemxaneyan bike.”

Li gor beşek Elewiyên Dêrsimê jî armanca serdana Erdogan bidestxistina dengên eEewiyan e.

Welatî Hesen Huseyin Ozkan jî got: “Ez serdana Serokomarê me ya cemxaneyê bi samîmî nabînim. Dem dema hilbijartinê ye. Ji ber kur rojya muheremê ye serdan dikin û dixwazin derbikevin pêş. Wate ev 20 sal in statuyek nedane, piştî îro jî tu hêviyên me nînin.”

Roja 30ê Temûzê di yekemîn roja Muharremê de li Enqerê bo ser pênc sazî û cemxaneyên elewiyan êrîş çêbû. Opozîsyonê hikûmet bi rêdayîna van êrîşan tohmetbar kir û berpirsên hikûmetê jî ev êrîş wek provakasyon binav kirin û tekezkirin ku êrîşkar bên cezakirin.