Li Rihayê zarokekî 12 salî bûye berberekî navdar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, Arda Kîpê 12 salî yê ku 4 sal in şagirdiya berberiyê dike, niha bûye hostayekî baş û wî nav jî daye.
Li gundê Elîgorê yê Sirûcê Arda Kîpê şagirdê berberiyê bi başî fêrî karê xwe bûye û dema hostayê wî nebe bi tenê karê dikanê dike.
Arda dema 8 salî bûye dest bi şagirdiya berberiyê kiriye û ji niha ve zarokên hevtemenê xwe bi meqes û makîneyê tiraş dike.
Arda Kîp got, “Ez 12 salî me û ji 8 saliya xwe ve vî karî dikim.
Ez dixwazim bibim berberê herî baş ê Tirkiyeyê.”