Semsûr - Meaş 2 hezar dolar e lê şivan nayê dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê di van demê dawî de nebûna şivanan bandoreke neyînî li ajeldaran dike.
Li parêzgeha Semsûrê ajeldar ji ber nebûna şivanan bi gilî û gazinc in.
Kulav amade kirine lê şivan nîne ku li xwe bike.
Li zozanên Premiks Ava Spî ajeldar ji ber nebûna şivanan rûbirûyê zehmetiyan bûne.
"Bi awayekî qaçax koçberên Sûriye û Efxanistanê tînin"
Ajeldar Mehmet Aslan zehmetiyên dîtina şivanan wiha tîne zîmên:
“Ji Riha û Şirnexê bi awayekî qaçax koçberên Sûriye û Efxanistanê tînin û ji wan re dibêjin mûçeyê we 70 hezar lîreyî ye.
Piştre wekî komîsyon 20 hezar lîre ji wan werdigrin. Dibêjin `eger tu her meh 20 hezar nedî min, ti nikarî kar bikî.`
Piştî mehekê jê re dibêjin `ev der zehmet e û ezê te bişînim cihekî din, li wê derê şivantiyê bike.`
Her meh wî dişîne cihekî. Li vî welatî nebûna şivanan pirsgirêk e.”
"Ev der ji bo ajeldariyê gelekî guncaw e lê pirsgirêk hene"
Serokê Yekîtiya Ajeldaran a Meletiyê Îhsan Akin diyar dike ku xwedîlêderketina ajeldaran kêm e û bi qasî ku ked tê dayîn encam nayê wergirtin.
Îhsan Akin tekez kir ku li gel nebûna şivanan, pirsgirêkên cûda jî hene ku divê bên çareserkirin û wiha pê de çû:
"Ev der ji bo ajeldariyê gelekî guncaw e û cihekî baş e lê kêmasî, zehmetî û pirsgirêk hene, beşek tên çareserkirin lê yên berdewam dikin jî hene.
Wekî ajeldarên me dibêjin, divê rêyên çûnûhatina cihên avî û cihê mayina ajelan bên çêkirin.
Her wiha pirsgirêkeke sereke jî nebûna şivanan e. Berhemanîn girîng e lê astengî zêde ne.”
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê ajeldarî çavkaniyeke girîng a debara jiyanê ye lê bi taybetî salên dawî nebûna şivanan bûye pirsgirêk.
Li gel ku heta nêzîkî 2000 dolar pere tê dayîn jî welatiyên Tirkiyeyê wî karî nakin lê ji neçarî zêdetir koçberên ji Sûriye û Efxanistanê şivantiyê dikin.