Hewlêr (Rûdaw)- Serokatiya Herêma Kurdistanê red kir ku Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA) guvaş li kurdan kiribe bo beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de red kir ku Balyozê Amerîkayê li Bexdayê bi rêya pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, guvaş li kurdan kiribe beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin.
Herwiha di dauyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: “Em ji bo raya giştî û hemû aliyekî radighînin ku ne pêwendiyeke bi vî awayî hebûye û ne jî guvaşek jî ji aliyê Amerîkayê li ser kurdan bo tevlîbûna hikûmeta Iraqê li holê hebûye.”
Di hinek rojname û malperên kurdî yên Başûrê Kurdistanê de hatibû îdiakirin ku Amerîkayê kurd neçar kirine beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin.
Tê zanîn, di civîna duh a partiyên siyasî û rayedarên Başûrê Kurdistanê digel nûnerên Amerîka û NY de li bajarê Silêmaniyê kurdan biryar dan tevlî hikûmeta nû ya Iraqê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse