Partiyên tirkmen biryara boykotkirina giştpirsiyê dan

Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê 8 partî û tevgerên tirkmenî bi biryareke hevbeş eşkere kirin, ku ew dê beşdarî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê nebin.

 

Partiyên tirkmen ên Iraqê di bin serokatiya Bereya Tirkmenî ya Iraqê de îro Şemî 09-09-2017, li bajarê Kerkûkê kom bûn û daxuyaniyeke hevpar dan.

 

Bereya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Tirkmenelî, Partiya Dadperwer a Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Biryara Tirkmenî, Partiya Heqên Tirkmenan, Tevgera Wefa ya Tirkmenî, Yekîtiya Îslamî ya Tirkmenên Iraqê û Hevgirtina Netweyî ya Tirkmenan di civîneke çapemeniyê de ragihandin, ku ew giştpirsiyê boykot dikin.

 

Partiyên tirkmen di daxuyaniya xwe de gotin, ku giştpirsiya ku roja 25ê Îlonê dê were sazkirin, li dijî xalên Destûra Iraqê ye.

 

Partiyên tirkmen biryara Civata Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê beşdarbûna giştpirsiyê jî rexne kirin û gotin: “Em biryara ku Civata Parêzgeha Kerkûkê di 29ê Tebaxê de wergirtiye qebûl nakin. Ev biryar bi yekalî hatiye girtin, endamên tirkmen û ereb amade nebûne û ev yek hevgirtin û hevbeşiya Kerkûkê tevlîhev dike. Bi vê biryarê emrî waqî tê ferzkirin.”

 

Di berdewama daxuyaniyê de partiyên tirkmen behsa rewşa navçeya Hewîceyê kirin û diyar kirin, ku paşxistina operasyona Hewîceyê rewşa ewlekariya Kerkûkê jî têk dide.

 

Partiyên tirkmenî bang li Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê kirin da ku “erkê xwe yê parastina yekparçebûna Iraqê, serxwebûna welat” bicîh bînin.

 

Herwiha partiyên tirkmen bang li tirkmenan kirin da ku giştpirsiyê boykot bikin.

 

Civata Parêzgeha Kerkûkê di 29ê Tebaxa 2017ê bi dengê 24 endaman biryara tevlîbûna giştpirsiyê da.

 

Civata Parêzgeha Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê. 26 endam dikin ji sedî 67ê yê endaman. Fraksiyona Bereya Tirkmenî û Hevgirtina Ereban civîna boykot kiribûn.