Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê boriyeke petrolê teqandin û heta niha jî agirê wê nehatiye kontrolkirin. Rêveberê Asayîşa Kerkûkê jî dibêje, ji ber ku pêşmerge ne li wir in li wê herêmê valatiya ewlekariyê heye.
Rêveberê Asayîşa Kerkûkê Îdrîs Rifet ji Rûdawê re ragihand, ku îro danê sibê (09-09-2018) çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Qeredere ya navçeya Dubizê, bi du bombeyan boriya petrolê teqandin û ji ber vê agir bi boriyê girt.”
Îdrîs Rifet got: “Ji ber ku pêşmerge li wê herêmê nemane, valatiyeke ewlekariyê çabûye û Polîsên Federal jî nikarin herêmê kontrol bikin. Ji ber ku wê herêmê nas nakin, DAIŞ jî bi awayeke partîzanî karên xwe dike.”
Hêjayê gotinê ye, ku piştî êrîşa ser Kerkûkê ya 16ê Cotmeha 2017ê ya ji aliyê artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî, hêzên pêşmerge li Kerkûk û navçeyên dora wî vekişiyan.
Ji wê demê ve çekdarên DAIŞê çendîn car li sînorê Kerkûk û navçeyên nakok li dijî hêzên ewlekarî yê Iraqê û herwiha gundan êrîş pêk anîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse