Li Mûşê şahî bû şîn, Ayşeya 6 salî hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gimgimê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê guleyeke bêserûber zarokeke 6 salî kuşt.

Li gundê Şîpê yê Gimgimê doh dawet hebû û di dawetê de ji bo dilxweşiyê gule berdan hewayê.

Lê guleyek li depê sînga li Ayşe Demîrhana 6 salî ket, şahiya wan kir şîn û destê zarokeke 6 salî ji jiyanê qut kir.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirme sewqî herêmê hatin kirin.

Ayşeya ku bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê mir.

Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.