Li Dêrsimê rêwîtiyeke ruhanî: Di nav Çemê Munzurê de guhdariya xwezayê

Dêrsim (Rûdaw) -  Li Geliyê Baliyê yê Dêrsimê, hunermendê performansê bi rêbazeke nûjen, muzîka Kurdî û dengê xwezayê tîne cem hev da ku welatî ji qerebalix û xirecira bajaran dûr bikevin û di nava bêdengiya xwezayê de aram bibin.

Hunermendê performansê Huseyîn Umaysizê ku li Belçîkayê dijî, bi armanca ku mirov ji nû ve kûrahiya xwezayê keşif bikin, li Geliyê Baliyê yê di nav Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê de çalakiyekê li dar dixe.

Beşdarên çalakiyê di saetên serê sibê de bi meşeke bêdeng dest pê dikin. Di dema meşê de, hunermendên ku li ser gir û zinarên gelî bi cih bûne, bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) stran û lorînan dibêjin.

Dema ku dengê hunermendan diqede, muzîka xwezayê dest pê dike; dengê avê, bayê, çivîkan û pelên daran li gelî belav dibe.

Beşdar bi pêxwasî di nav çem de dimeşin û piştre jî li ser nivîneke avê xwe li ser Çemê Munzurê dirêj dikin.

Bi alîkariya mîkrofonên binavê û guhdarkan, ew li dengên di bin avê de guhdarî dikin û digihîjin aramiyeke kûr.

"Me guhê xwe da cîhana xwe"

Hunermend Huseyîn Umaysiz ku ev du sal in vê çalakiyê li Dêrsimê saz dike ji Rûdawê re wiiha got:

"Mirovên li bajaran zêdetir bi dengê xwe û dengê makîneyan re mijûl in. Min xwest muzîka ku ji bo me xweş û estetîk e, bi dengê xwezayê re bînim cem hev.

Dema muzîkjen bêdeng dibin, xwezayê muzîkê dewir digire. Wê demê mirov pê dihese ku dengê bayê ji pelan muzîkeke din derdixe.

Dengê çivîkan, kevirên ku gêr dibin û ava çem heye. Bi vî awayî me guh û çavên xwe ji cîhana xwe re vekir."

"Me derdê xwe da xwezayê"

Hunermendên ku beşdarî çalakiyê bûne jî kêfxweşiya xwe anîn zimên. Hunermend Zeynep Kilinç a ku bi Kirmanckî stran got: "Me li gelî guh da dengê çiya, dar, av û bayê. Me dengê xwe jî tevlê kir û gelekî xweş derbas bû."

Dengbêj Cezmî Yalçinkaya jî got, "Me hemû keder, hezkirin û evîna xwe ji xwezayê girt û bi stranên xwe me ew dîsa da xwezayê."

"Ez kelecanî bûm ku çima min heta niha ev ezmûn nejiyaye"

Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn, diyar kir ku ew cara yekem e ezmûneke wiha dijîn û bal kişand ser parastina Geliyê Munzurê.

Beşdara çalakiyê ya bi navê Serpîl Alkişê got,"Ez kelecanî bûm û min got 'çima min heta niha ev ezmûn tecrûbe nekiriye. '

Ezmûneke bêhempa bû, min nexwest qet biqede. Dema mirov xwe bi temamî dispêre Munzurê, mirov ji kûrahiyê ve hîs dike. Divê her kes vê biceribîne."

Beşdara çalakiyê ya bi navê Seher Yegînî jî got, "Dema tu dikarî bi bedena xwe ya tazî bikevî nav vî çemî, divê tu ji paqijiya wî jî piştrast bî.

Ev ji bo zarok û xwezaya me gava yekem a kêmkirina qirêjiyê ye. Ez hêvî dikim ku ev hest mezin bibe û belav bibe."