Li Mûşê pevçûna çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kopê ya Mûşê, nîqaşa di navbera du malbatan de veguherî pevçûna çekdarî û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, bûyer îro li sûka navçeya Kopê qewimî.

Di navbera endamên du malbatan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Nîqaş di demeke kurt de mezin bû û aliyan bi çekan êrişî hev kir.

Di pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh kir.

Her wiha li sûkê û li derdora nexweşxaneyê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin standin.