Li Rihayê qeza, 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê di encama lihevketina wesayîteke ticarî ya sivik û otomobîlekê de 5 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 63 PR 975 û wesayîta ticarî ya sivik a bi plakaya 01 AIG 730 ên ku ajokarên wan hîn nehatine naskirin li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Her 5 kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.