Li Erdîşê ji ber kuştina du birayan 7 kes hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 6ê Îlonê du bira hatibûn kuştin û di encama lêpirsînê de 7 gumanbar bi biryara dadgehê hatin girtin.
Li Kolana Rêya Wanê ya Erdîşê 6ê Îlonê birayên bi navê Musa û Mehmet Demîr dema ku li ber kafeya xwe di nav otomobîla parkkirî de bûn rastî êrişa bi çekê hatin û her du hatin kuştin.
Ew bi xeletî hatibûn kuştin
Hat zanîn ku her du bira ji aliyê hinek kesên ku xwestiye heyfa bavê xwe yê kuştî hilînin bi xeletî hatine kuştin.
Ji ber ku aliyê êrişkar otomobîl tevlihev kir û bi xeletî êrişî her du birayan kir.
7 kes hatin girtin
Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê derbarê bûyerê dest bi lêpîrsinê kiribû û di encama şopandina kamerayên ewlehiyê de 7 kes hatin desteserkirin.
Dadgeha Erdîşê bi tohmeta “kuştina bi qest” derbarê 7 kesan de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.
Lêpirsîn didome
Serdozgeriya Erdîşê got, “Xebatên tesbîtkirin û girtina gumanbarên din didomîn.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve tê meşandin de biryara nihênîbûnê hatiye dayîn û ev pêvajo bi hemû aliyên xwe ve bi hesasiyet didome.”