Korek Telecom: Biryara Bexdayê ya li ser torên telefonan ne zelal e
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encumena Kargêriya Şîrketa Korek Telecom Sîrwan Barzanî biryara Hikûmeta Iraqê ya li ser veguhestina şîrketên telefonan bo Bexdayê, bi nezelalî bi nav kir û ragihand, ku ji bo zanîna sedema vê biryarê û zanyariyên zêdetir, di demeke nêzîk de ewê nûnerên xwe bişînin Bexdayê.
Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, ku biryara Hikûmeta Iraqê ya li ser şîrketên telefonan, ne zelal e û got:
“Ji bo zanîna sedema vê biryarê û hûrgiliyên zêdetir, nûnerên me dê biçin Bexdayê, çimku me di destpêkê de ji bo xebatê ji Bexdayê mohlet wergirtiye. Êdî em nizanim mebesta wan bi vê biryarê çi ye?”
Serokê Encumena Kargêriya Şîrketa Korek Telecom amaje bi wê yekê kir, dema ku ji Bexdayê biryarek derdikeve, ji bo xizmetkirina beşdarbûyên li Iraq û Herêma Kurdistanê pabendî biryaran dibin.
Îro 9ê Cotmeha 2017an di civîna Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê de, ku bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hatibû kirin, li ser torên peywendiyên telefonan, navçeyên nakok û karmendên ku di referandûmê de deng bikar anîne, biryarên nû hatibûn dayîn.
Di daxuyaniya Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê de hatibû gotin: “Divê torên telefonan bikevine bin desthilata hikûmeta navendî û veguhezin Bexdayê.”
Herwiha Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê gotibû: “Ji bo herêmên nakok careke din bikevin bin kontrola hikûmeta navendî divê gavên nû werin avêtin.”
Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin: “Pêwîst e li hember wan fermanber û karmendên di giştpirsiyê de deng bikar anîne, rêkarên yasayî werin kirin.”
Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê biryar dabû ku ji bo girtina sînoran pêdaçûn were kirin û hatibû gotin: “Divê hemû cure danûstandinên bazirganî û datayên wan bikevine bin desthilata hikûmeta Iraqê.”