Li Amedê şanogerên Kurd ên ji kar avêtî Şanoya Bajêr ava kirin

Amed (Rûdaw) - 14  şanogerên Kurd, ên ku ji şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibûn avêtin, şanoyeke bi navê “Şanoya Bajêr” ava kirine. Şanogerên Kurd di werza nû de jî,  bi berhema şanoyê a Arîstophanes, perdeyên xwe ji şanohezan re vekirine û çaverê ne, ku kesên qedirdarê şanoya Kurdî werin lîstoka wan temaşe bikin.

 

Piştî ku li Şaredariya Amedê qeyûm hate ser kar, wî kadroyên şanoya 27 salî ji hev belav kirin. Ruknedîn Gun berê Derhênerê Şanoya Şaredariya Bajarê Amedê bû, ku ew û 23 hevalên wî bi biryara qeyûm ji kar hatibûn avêtin

 

 

Niha wan şanogeran şanoyeke bi navê “Şanoya Bajêr” vekirine û di werza nû de bi lîstikekî Aristophanes a bi navê “ Mozê Keran” perdeyên xwe ji şanohezan re vekirin.

 

Derhênerê Şanoya Bajêr Rukneddîn Gun ji Rûdawê re behsa çalakiyên xwe dike û dibêje: “Di werza nû de me bi lîstoka komedi ya Arîstophanes dest bi karê xwe kir; her wisa niha şanoyeke din heye ku em li ser xebatê dikin û provayan digirin, di demekê nêz de ewê jî temam bibe û dê emê derxin pişberî şanohezan.”


Şanoya Bajêr, ji 14 kesan pêk tê û herkes her karê dike, karên kostum,dekor û teknîkê ew hemû bi dest û derfetên xwe, bi kareke kollektîf dabîn dikin, ji ber ku ew karê gîhankirina şanoya Kurdî wek berpirsyariyek li ser milên xwe dibînin.

 

Lîstîkvan, Ozcan Ateş got: “Dema ku kayyum şanoya me belav kir, kesî  bawer nedikir ku emê şanoyeke bi vî rengê ava bikin, heke em lîstikvanên Kurd bin di hemû şert û mercan de divê em li ber xwe bidin.”

 

Lîstikvan, Sena Ozbay jî dibêje: “Desthilatdar her daîm dixwazin beriya hunerê bigirin, ji ber ku ew ji huner û hînermendan ditirsin”

Yavûz Akkuzû jî yek ji lîstikvanên şanoyê ye, wî jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Şanoya me ji bo me mîsyonek e, ji ber ku jiyana Kurdî lawaz dibe, em dixwazin Kurdî û hunera Kurdiyê xurt bikin, karê me her ev e.”

 

Şanoya Bajêr ji werza nû re amadekariyên xwe bi lezgînî temam kirin û niha li benda şanohez in Kurd in.

 

Berpirsyara Karê Îdarî a Şanoya Bajêr, Elvan Koçer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re diyar kir: “Gelek kes ji me haydar nînin, em bang li xelkên xwe dikin, bila werin şanoya xwe temaşe bikin û şanoya Kurdî bi gîhan bikin.”

 

“Şanoya Bajêr” sala borî 2 lîstokên zarokan, 3 lîstokên mezinan, li ser hev 5 lîstokan derxistibûn û her wisa van lîstokan li 4 dewletên Ewropayê derxistin pêşberî şanohezên Kurd.