Ji Mazlûm Kobanî peyama Ocalan

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan azadî xwest.

Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê bi boneya salvegera derxistina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê peyamek belav kir û ji bi wî azadî xwest.

Mazlûm Kobanî nivîsandiye: “Rêber û hizirmend Abdullah Ocalan damezrînerê fikra hevjiyana azad e, kilîta çareserî û pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn di destê wî de ye. Azadkirina Rêber Apo dê aştiya domdar bi xwe re bîne.”

Herwiha Kobanî heştega #FreedomForOcalanNow bikar aniye.