Li Ranyeyê 85 kîlo krîstal hat bidestxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê ragihand ku li devera Raperînê 85 kîlo madeya hişbir krîstal hatin bidestxistin. Rayedarekî Dije Terora Îdareya Serbixwe ya Raperînê got, “Sê tometbar hatin girtin û lêkolînên me dê berdewam bikin.”

Dije Terora Îdareya Serbixwe ya Raperînê Hêmin Selam, 8 Îlona 2022an di civîneke rojnamevanî de ragihand, hêzên wan piştî lêkolîneke berfireh, dest danîne ser barhilgireke ku tê de 85 kîlo madeya hişbir krîstal tê de bûn girtin û 3 tometbar jî desteserkirin.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Nehîştina Madeyên Hişbir di şeş mehên îsal de 999 kes bi tometa madeyên hişber bo dadgehê hatine şandine, ji wan 682 kes ji aliyê dadgehê ve hatine cezakirin, 338 kesên din jî piştî bidawîbûna cezaya wan hatine berdan û 45 tometbarên din jî bi desteber (kefalet) hatine berdan.

Rêveberiya Giştî ya Nehîştina Madeyên Hişbir rêjeya madeyên hişber ên ku di vê heyamê da hatine bidestxistin 132 kîlo û 729 gram e û her wiha dermanên tenduristiyê yên hişbir ku hatine bidestxistin jî 282 şît û 136 pakêt in.

Piştî ku doz hatin vekirin hezar û 230 kîlo û 950 gram madeyên hişber, 22 hezar û 886 hebên hişbir, hezar û yek şirûb û hezar û 280 derzî hatin bidestxistin.