Ji bo 12 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 12 bajarên Bakurê Kurdistanê û hinek bajarên Tirkiyeyê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo bajarên Amed, Êlih, Sêrt, Kilîs, Mûş, Bêdlîs, Îdir, Wan, Qers, Erdexan, Çewlig û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Saziyê ji welatiyan xwest ku ji bo lehî û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên pêwîst wergirin.

Herwiha ji bo bajarên Erzirom, Agirî, Bêdlîs, Colemêrg, Qers, Mûş, Wan, Şirnex û Îdirê jî hişyariya bayê tund hat dayîn.

Li Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê dê di asta asayî ya demsalê de be.