Gola Urmiyeyê li ber nemanê ye û dibe çolistaneke xwê
Hewlêr (Rûdaw) - Gola Urmiyeyê yek ji golên herî mezin ên şor ên cîhanê ye lê ev çend sal in rûbirûyî ziwabûneke karesatbar bûye.
Niha li şûna ava şîn û jiyanbexş, piraniya rûberê wê bûye çolistaneke xwê û bahozên xwê jî bûne mêvanên nebidil ên bajar û gundên derdorê.
Jîngehparêzekî Kurd bi van gotinan qala rewşa vê gola Kurdistanê kir:
"Ev der Gola Urmiyeyê ye lê mixabin tenê navê wê maye. Gol cihek e ku av lê heye lê li vir dilopek av jî nîne û nemaye.
Nemana vê avê, nemana vê jîngehê û nemana Gola Urmiyeyê, encama tevger û siyaseteke nerast û dij-jîngehê ye."
Ev "bahozên xwê" rasterast bandorê li tenduristiya xelkê herêmê dikin û dibin sedema nexweşiyên wekî tengenefesî û nexweşiyên çavan.
Her wiha bandoreke neyînî li ser sektora çandiniyê û jîngeha herêmê dikin çimkî xwê axê jehrî dike û bi awayekî berbiçav berhemên çandiniyê kêm dike.
Sedemên sereke yên ziwabûna Gola Urmiyeyê ev in: Ziwabûn, kêmbûna baranê û bilindbûna germahiyê ya di salên dawî de, avakirina gelek bendavan a li ser çemên ku diherikîn golê û bikaranîna zêde ya avê di sektora çandiniyê de.
Sekreterê Komîteya Niştimanî ya Metirsiyên Xwezayî ya Îranê Elî Beytulahî hişyarî da ku ziwabûna golê dê bandorê li jiyana 15 milyon kesan bike û ev yek metirsiyeke mezin a demografîk û civakî çêdike.
“Bûye sembola siyaseta şaş”
Berdevkê Pîşesaziya Avê ya Îranê Îsa Buzurgzade jî got:
"Gola Urmiyeyê mixabin bûye sembola siyaset û birêvebirina şaş a samanên avê û çandiniyê li welatê me.
Her wiha ew hemû pêngavên ku bi dirêjahiya van salan bi lêçûneke zêde ji bo vejandinê hatine avêtin, mixabin bêencam mane çimkî beşa sereke ya kar ku kêmkirina ji sedî 40ê bikaranîna avê di sektora çandiniyê de ye, li aliyekî hatiye hiştin."
Berpirsên Îranê hişyariyê didin û dibêjin, eger ji bo vejandina golê ti çareserî neyê dîtin, di paşerojeke nêzîk de metirsiya koçberiya bikom a xelkê herêmê dê dest pê bike.
Ev yek jî dê li welêt bibe sedema qeyraneke mezin a civakî û aborî.
Pêwîstiya çareserkirina vê qeyranê bi planeke berfireh û demdirêj heye ku kêmkirina bikaranîna avê di sektora çandiniyê de, veguhastina avê ji çavkaniyên din û birêvebirina guncav a çavkaniyên avê li xwe bigire.
Dibe ku Gola Urmiyeyê bêyî van pêngavan di dîrokê de her û her wekî bîranînekê bimîne.