Li Şirnexê qeza: 11 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê mînîbus û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 11 kes birîndar bûn.
Minîbusa bi plakaya 47 KE 793 û otomobîla bi plakata 30 AAD 932 di navbera gundên Robozik û Kirorê li hev qelibîn.
Di qezayê de 9 kesên di minîbusê de û 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Hinek kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn û di wesayîtan de asê mabûn bi aîlkariya ekîban hatin derxistin.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê.
Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e.