Nagehan Alçi: Tirkiye HSDya ku bi Şamê re entegre nebûye wekî gefa ewlehiyê dibîne

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Nagehan Alçiyê eşkere kir ku Tirkiye HSDya ku bi Şamê re entegre nebûye wekî gefa ewlehiyê dibîne.

Rojnameger û nivîskara Tirk Nagehan Alçi li ser ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Enqereyê, pêwendiyên Enqere-Hewlêrê û mijara Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Alçiyê ragihand ku Tirkiye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ku bi hikûmeta Şamê re ne entegre bin, wekî gefeke ewlehiyê dibîne.

Serdana Barzanî û pêvajoya bêçekkirinê

Nagehan Alçiyê destnîşan kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo Tirkiyeyê di pêvajoya çareseriyê de qonaxeke krîtîk e û hevkariya Hewlêr-Enqereyê di vê pêvajoyê de dê roleke diyarker bilîze.

Rojnameger Alçiyê tekez kir ku mijara sereke ya hevdîtinê, pêvajoya çekdanîna PKK û hevkariya ewlehiyê bûye.

Nagehan Alçiyê anî zimên ku pêngava herî girîng a pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê tunekirina çekan e û diyar kir ku bi serdana Nêçîrvan Barzanî re dibe ku ev pêvajo leztir bibe.

Wê her wiha got ku bipêşveçûna paralel a bi rêziknameyên yasayî yên Komîsyonê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê re krîtîk e.

Nivîskar Alçiyê da zanîn ku pêwendiyên Hewlêr-Enqereyê li ser bingeha qezenc-qezencê yê û rola hêsanker a Nêçîrvan Barzanî bi erênî tê pêşwazîkirin.

Rojnamegera Tirk tekez kir ku Tirk û Kurd gelên bira ne û hevkariya aborî û çandî dê ji bo her du aliyan jî sûdeke mezin bîne.

Wê tekez kir ku eger pêvajoya aştiyê bi serkeftî bi dawî bibe, Hewlêr dikare ji bo Tirkiyeyê bibe yek ji navendên aborî û stratejîk.

Helwesta Tirkiyeyê ya li ser HSDyê

Nagehan Alçiyê anî ziman ku Tirkiye ji ber fikarên xwe yên ewlehiyê qebûl nake ku HSD wekî avahiyeke leşkerî ya cuda bimîne.

Wê diyar kir ku rola hêsanker a Hewlêrê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dikare alîkariyê bide pêvajoya çareseriyê.

Alçiyê got ku hikûmeta Sûriyeyê naxwaze ti komeke çekdar bi awayekî serbixwe bimîne û tekez kir ku yekbûna di bin artêşeke navendî de neçarî ye.

Wê her wiha destnîşan kir ku di pêşeroja HSDyê de rêjeyên nûnertiyê û garantiyên ewlehiyê dê diyarker bin.