Li derdora Bendava Tişrînê şer: Çekdarek hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îro derdora Bendava Tişrînê kesekî êrişkar hat kuştin.
Îro berê sibehê, komeke çekdarên hikûmeta Şamê hewl da ku derbasî yek ji xalên hêzên HSDyê yên li gundewarê Bendava Tişrînê bibe.
HSDyê li ser rûdanên li çoltera Bendava Tişrînê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, komê ji bo ku şervanan bikin armanc û aramiya herêmê têk bidin bombeyên destan bi kar anîne.
"Endamekî êrişkaran hat kuştin"
HSDyê diyar kir ku hêzên wan yekser bersiv dane koma êrişkar û pevçûnên rasterast derketine, di encamê de endamekî êrişkaran hatiye kuştin.
Hat gotin ku endamên din ên komê termê hevalê xwe li cihê pevçûnê hiştine û reviyane.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê jî piştrast kir ku çekdarek hatiye kuştin.
Her wiha di dawiya daxuyaniya HSDyê de hat gotin ku hêzên wan ji bo bersivdana gefê û têkbirina hewldana derbasbûnê mafê xwe yê parastina rewa bi kar anîne.