Ayşegul Doganê bersiv da: Rêveberiya Xweser ji Ocalan re nameyek şand?

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê îdiayên ku Rêveberiya Xweser ji Ocalan re nameyek şandiye got, “Tiştekî wisa nîne.”

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke rojnamegeriyê li dar xist û rojeva partiya xwe û pêşhatên dawî nirxandin.

“Çek bêdeng bûn, divê hiqûq û demokrasî xuya bibin”

Ayşegul Doganê daxuyaniyên berê yên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi bîr xistin û anî ziman:

“Birêz Serokkomar Erdogan piştî banga 27ê Sibatê di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de gotibû ku her gaveke erênî dê gaveke din li pey xwe bîne.

Her wiha Serokê MHPyê birêz Bahçelî jî gotibû ku bila berê çek bêdeng bibin, paşê mirov dikare li ser her tiştî biaxive.

Niha em jî dibêjin ku bêdengiya çekan girîng e lê divê agirbest mayînde bibe.

Ji bo ku agirbest mayînde bibe jî divê hinek gav bên avêtin. Belê, çek bêdeng bûn, divê niha demokrasî, hiqûq û yasa xuya bibin.

Çek bêdeng bûn, niha jî divê naskirin û qebûlkirin bi awayekî yasayî çêbibin. Lê niha pelek jî naheje.

Axaftinên girîng û gotinên hêja tên gotin, em vê dibînin û dizanin ku wateya vê çi ye lê ev têrê nakin.

Em dibêjin ducarekirina van axaftinan tenê dibe sedema windakirina demê. Dibêjin qonaxa veguhêz e.

Qonaxa veguhêz jî hewcedarî hinek mekanîzmayan e. Pêwîstiya qonaxên veguhêz bi hinek tiştan heye.

Divê hinek guherînên nû yên yasayî û civakî çêbibin da ku em jî zanibin va ye em di qonaxeke veguhêz de ne.”

Doganê bal kişand ser pêwîstiyên derbasbûna qonaxeke nû û tekez kir ku divê serweriya hiqûqê û dadmendî pêk were û tecrîd ji holê rabe.

"Divê demildest serî li nêrînên Birêz Ocalan bê dayîn"

Doganê amaje bi girîngiya xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir ku di hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Ocalan de hatibû destnîşankirin û wiha axivî:

“Lê divê Komîsyon bi awayekî bi Birêz Ocalan re pêwendiyê deyne. Birêz Bahçelî li ser vê mijarê daxuyanî dan.

Em bi kêfxweşî pêşwaziya van daxuyaniyan dikin. Her çi qas dereng be jî ji bo Tirkiyeyê daxuyaniyên gelekî biqîmet in.

Lê hîn jî ji Serokê Parlamentoyê û Serokê Komîsyonê tu daxuyanî nehatine.”

Doganê anî ziman, “dema ku derbas dibe li dijî me hemûyan e” û got:

"Divê demildest serî li nêrînên Birêz Ocalan ên li ser vê mijarê bê dayîn.

Divê banga Birêz Bahçelî li ber çavan bê girtin.

Erka sereke ya Parlamentoyê guhdariya daxwazên civakî û xebata ji bo van daxwazan e."

Doza Kobaniyê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovana a Ewropayê

Ayşegul Doganê salvegera bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn û salvegera 10emîn a 10ê Çiriya Pêşîn bi bîr xist û got:

“Hîn jî êşa me teze ye, hêrsa me zindî ye.

Yek ji sedemên ku em di qonaxeke dîrokî de ne 10ê Çiriya Pêşîn e, ya din jî Doza Komplogerî ya Kobaniyê ye. Dozeke tolhildana siyasî ye.”

Doganê diyar kir ku ew sûcên ku li hevalên wan ên di Doza Kobaniyê de girtî ne hatine sepandin, di serî de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, ne sûc in.

Doganê da zanîn ku li gorî biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê biryara beraetê bê dayîn û got:

“Ji bo ku neheqî ji holê bên rakirin, divê ev derfet baş bê bikaranîn. Divê zêdetir neyê derengxistin.”

Doganê her wiha destnîşan kir ku divê Doza Geziyê jî bi dawî bibe, Osman Kavala bê berdan, Can Atalay li Parlamentoya Tirkiyeyê be û “zilma li Ayşe Barimê tê kirin” biqede.

Doganê anî ziman ku pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye û ew dibînin ku “berpirsyarî bi giranî li ser milê Birêz Ocalan hatiye hiştin” û da zanîn:

"Belê, ev gelekî girîng û hêja ye lê divê bersiv ji vê re bê dayîn. Divê ev bersiv jî neyê derengxistin."

Pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û Peymana 10ê Adarê

Doganê diyar kir ku divê pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rasterast bi pêvajoya çareseriyê ve neyên girêdan û got:

"Şert û merc, dînamîk, parametre û prosedurên her du welatan ji hev cuda ne.

Ji ber vê yekê nabe ku rasterast bi vî rengî bên nirxandin."

Doganê amaje bi daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got ku xala sereke ya Peymana 10ê Adarê ne tenê peyva "entegrasyonê" ye, qebûlkirina hebûna cudahiyan e.

Doganê got, "Divê entegrasyon wekî guherîn û veguherîneke dualî bê qebûlkirin."

DEM Partiyê bersiv da îdiayên nameyê

Doganê pirsên rojnamegeran jî bersivandin û derbarê îdiayên ku ji Abdullah Ocalan nameyek ji Rêveberiya Xweser re hatiye şandin û Rêveberiya Xweser jî bersiv daye wiha axivî:

"Tê gotin ku ji aliyê Ocalan ve nameyek ji Rojavayê re hatiye şandin û wan jî bersiv daye.

Ev ji doh ve tê axaftin. Me gotibû ku beriya 27ê Sibatê jî hinek name hatine şandin.

Yek ji wan nameyan ji bo Rêveberiya Rojavayê bû lê me li ser vê nameya ku ji doh ve tê axaftin û belavkirin pirsî, li gorî agahiyên ku gihîştine me ev ne rast e.

Nameyeke wisa nîne. Nameyeke bi wî rengî û bi wê naverokê negihîştiye Rêveberiya Xweser.

Em dikarin bibêjin ku ev manîpulasyon e."

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê

Doganê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê nirxand û ev tişt gotin:

"Em hemû serdanên ku ji bo pêvajoya aştiyê û çareseriya demokratîk tên kirin wekî xebatên pîroz dibînin.

Divê her kes hişyar û berpirsyar be. Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî dê îro bi Erdogan re bicive.

Divê bê zanîn ku dema mirov li aştiyê digere, divê gavên erênî biavêje.

Em hêvî dikin ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî ji bo van gavên erênî bi berpirsyarî tevbigere.

Em dizanin ku aştiya li vir, aştiya Rojhilata Navîn e jî. Dê pêşengiyeke mezin bike. Dê bibe sedema aştiya Rojhilata Navîn jî.

Ji ber vê em dê bibînin, em jî dişopînin.

Ji bo ku her du alî karibin çareseriyeke demokratîk pêk bînin û wê mayînde bikin, divê ew jî bi berpirsyarî tevbigerin."