RIHA - 4emîn Festîvala Kurtefîlman a Girê Mirazan tê lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê dê 4emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Girê Mirazan bê lidarxistin.
Ji bo festîvalê zêdetirî 3 hezar serlêdan hatine kirin û 30 akademîsyen dê di nav wan de fîlmên herî baş hilbijêrin.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Dilxwazên Rihayê, ji bo festîvala ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a RIhayê û şaredariyên navçeyan ên Rihayê tê lidarxistin zêdetirî 3 hezar serlêdan hatine kirin.
Di festîvalê de 30 akademîsyenên ji zanîngehên cuda yên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wekî jurî di festîvalê de cîh digirin û kurtefîlman dinirxînin.
Kurtefîlmên ku dê bên hilbijartin, dê di 18-19ê Çiriya Pêşîn de li Navenda Çandê ya Recep Tayyîp Erdogan a Rihayê bên nîşandan.
Di çarçoveya festîvalê de, lîstikvanên sînemayê yên ji nav welêt û derveyî welêt dê serdana bajêr bikin û beşdarî gotûbêjan bibin.
Xelat dê di 19ê Çiriya Pêşîn bên dayîn
Fîlmên demkurt û yên xeyalî dê bikevin pêşbirkê û yên serkeftî dê xelatan wergirin. Merasîma xelatdayînê dê di 19ê Çiriya Pêşîn de were lidarxistin.
Serokê Komeleya Dilxwazên Rihayê Habîp Çadirci diyar kir ku ew dixwazin bi rêya festîvalê nirxê gerdûnî yê Girê Mirazan bi cîhanê re parve bikin.