First Lady a nû ya Amerîkayê
Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîna Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump, Melanie Trump bû “First Layd” a nû ya wî welatî.
Melanie Trump di 24ê Hezîrana 1970yê de li Novo Mêsto li başûrê Silovenya ji dayik bûye û 46 salî ye.
Melanie beşa avahîsaziyê li Zanîngeha Jubijani ya Slovenyayê xwendiye û piştî salekê dest jê berda ye.
Di temenê xwe yê16 saliyê de dest bi karê nimayişkirinê ango modêliyê kiriye.
Sala 1996 çûye Amerîka û 2001ê mafê mayîna li Amerîkayê wergirt.
Melanie Trump û Donald Trump di sala 2005ê zewic in û niha kirekî wan bi navê Baron Trump heye.
First Layd a nû Melanie Trump her penc zimanên silivenî, sirbî, îngilîzî, frensî û almanî dizane.