Li Nisêbînê piştî 25 salan gora Keskîn bo cihek din hat veguhastin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Mêrdînê li ser fermana Fermandarê Cendirme gora Abdulhamît Keskîn ku berî 25 salan jiyana xwe ji dest dabû, bo cihekî din veguhast û vê biryarê karvedan li pey xwe anîn.

Abdulhamît Keskîn sala 1995an di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû û li Taxa Birguriye a li Nisêbîna Mêrdînê hatibû veşartin.

Li gor zanyariyan bi fermana Fermandarê Cendirme yê Nisêbînê Fatîh Dogan ku bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye şandin, daxwaza veguhastina gora Keskîn hat kirin.

Her li gor zanyariyan li ser vê yekê Şaredariya Mêrdînê malbata Keskîn agahdar kir û gora Abdulhamît Keskîn veguhast bo Goristina Mohrîs.

Li gor girtenameya derbarê mijarê de, veguhastina gora Keskîn li ser giliya kesekî bi navê “Bîlal Karakaş” pêk hatiye ku di giliyê de hatiye îddîakirin, ew gor “wek tirbekê lê hatiye" û "ji bo ku rê li ber vê yekê bigirin" biryara veguhastina gorê hatiye dayîn.

Abdullah Keskîn ku birayê Abdulhamît Keskîn e, li hejmara xwe ya Twitterê li ser vê mijarê peyamek belav kir û nerazîbûn nîşanî biryara veguhastina gora birayê xwe da.

Abdullah Keskîn got, “Birayê min bihara 1995an di 19 saliya xwe de hat kuştin. Li gundekî ku goristana wî nebû, li kêleka heciyên Krîsitiyan ku ji ber sermayê req bûbûn, hat veşartin. Paşê me goristanek çê kir. Piştî 25 salan bi fermana dewletê gora wî hat veguhastin. Bixakspartina wî ji temenê wî dirêjtir kêşe. Divê mirî rehet bên hiştin.