HEWLÊR - Bi dronan êrişî Balafirgeha Herîrê hat kirin

09-11-2023
RÛDAW
Li balafirgehê Herîrê piştî êrişê agir derket
Li balafirgehê Herîrê piştî êrişê agir derket
Nîşan Herîr Balafirgeh Êriş Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dronan êrişî balafirgeha Herîrê ya Hewlêrê hat kirin û piştî êrişî li nav balafirgehê şewat derket.

Li gorî agahiyên destpêkê, droneke bombekirî li balafirgeha leşkerî ya navçeya Herîrê ket xwarê û paşê jî teqiya.

Hat zanîn ku bi sedema teqînê li balafirgehê şewat derket.

Li gorî Parastina Sivîl a Herîrê jî agir bi depoya sotemeniyê ya balafirgehê ketiye.

Parastina Sivîl a Herîrê ji Rûdawê re got, “Agir bi depoya sotemeniya ya balafirgehê ketiye û agirê li nav balafirgehê her ku diçe mezin dibe.

Em di amadebaşiyê de ne lê heta niha ferman nehatiye dayîn ku em agir vemirînin.”

Ji aliyê din ve li gorî çend dîmenên ji Rûdawê re hatine şandin, teqîneke li nav balafirgeha leşkerî ya Herîrê rû daye û agirê li balafirgehê bi zelalî tê dîtin.”

Hemwelatiyên li navçeyê dîmenên şewatê ji Rûdawê re şandin.

Yek ji wan got ku ku piştî dengê teqîneke bihêz agir li nav balafirgeha leşkerî ya Herîrê derket.

Duh jî êriş hatibû kirin

Duh bi şev li nêzikî baregeha Hevpeymaniya navdewletî ya li navçeya Herîrê ya Hewlêrê dengê teqînan hatibû bihîstin.

Dijîterora Kurdistanê li ser teqînan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi 2 dronên bombebarkirî 2 êrişên cuda pêk hatine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst