HSD: Li Dêrezorê mayînek bi erebeya me de teqîya
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li çoltera rojhilatê Dêrezorê mayîneke ku ji aliyê şaneyên DAIŞê ve hatibû çandin, bi erebeyeke HSDyê de teqiyaye.
Di daxuyaniya HSDyê de hat eşkerekirin ku teqîn li ser rêya bajarokê Sûsê çêbûye.
Li gorî daxuyaniyê, di encama teqînê de ti ziyanên canî çênebûne û tenê zerereke sivik gihiştiye erebeyê.
Daxuyanî ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat dayîn.