14 Photos
Hewlêr (Rûdaw) - Îro hemû binke û navendên dengdanê ji bo dengdana taybet saet di 07:00ê sibehê de hatin vekirin û amûrên dengdanê hatin çalakkirin.
Hejmara kesên ku beşdarî dengdana taybet dibin zêdetirî milyon û 300 hezar dengder e û ew jî ji karmendên deriyên sînorî, Hêzên Pêşmergeyan, Desteya Heşdî Şebî, hêzên parastina Îraqê, hêzên navxwe yên Îraq û Herêma Kurdistanê û her wiha hêzên dijeterorê pêk tên.
Ji bilî hêzên ewlehiyê, koçberên ku hejmara wan zêdetirî 26 hezar kes e jî beşdarî dengdanê dibin.
Piştî dengdana taybet, kartên dengdanê ji dengderan tên standin.