Li Çewlîgê nexweşê alzheimerê yê 79 salî mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çewlîga Bakurê Kurdistanê, Fehmi Uzunboyê 79 salî yê nexweşê alzheimerê ku ev 3 roj bûn winda bû îro mirî hat dîtin.

Fehmi Uzunboyê ku li Taxa Yenimahalleyê rûdinişt 6ê Çiriya Paşîn ji malê derketibû û careke din agahî jê nehatibû standin.

Mirovên wî serî li polîsan dabû û ew wekî winda ragihandibûn.

Li ser vê yekê, tîmên AFAD, AKUT, UMKE, polîs, cendirme û rêxistinên civaka sivîl pêk dihatin, ji bo dîtina Uzunboy li navenda bajêr û gundan dest bi xebatên lêgerînê kir.

Di encama lêgerîna tîman a ku bi piştevaniya dronan ji hewa û bejahiyê ve hat meşandin, termê Uzunboy li derdora gundê Dugernanê yê ku nêzîkî 10 kîlometreyan dûrî mala wî ye hat dîtin.

Hat zanîn ku dê termê Uzunboy piştî lêkolîna dozgeriyê, ji bo otopsiyê veguhêzin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê.