Li gundekî Amedê bi guherîna avhewayê re pirteqal û lîmon şîn bûn

Amed (Rûdaw) - Li gundê Xoyayê yê navçeya Şankuşê ya Amedê, piştî çêkirina Bendava Qereqayê ya li ser Çemê Firatê, avhewaya herêmê guherî û ew guherîn bû sedem ku li gund pirteqal û lîmon şîn bibin.

Gundê Xoyayê ku 120 kîlometre dûrî navenda Amedê ye, li peravê Çemê Firatê û di nava geliyekî de ye.

Piştî çêkirina Bendava Qereqayê zivistanên dijwar û biberf ên herêmê cihê xwe ji hewayeke nermtir re hişt.

"Demsala vir wekî ya Akdenîzê ye"

Heya salên 2000î jî li gundê Xoyayê zivistanên dijwar dihatin jiyîn lê salên dawî guherîna avhewayê wekî mucîzeyekê li gund diyar bû.

Muxtarê Gundê Xoyayê Turgay Togrul got, “Demsala vir wekî demsala Akdenîzê ye. Edene çawa ye, Mêrsîn çawa ye, Antalya çawa ye, vir jî wisa ye.

Em dixwazin ku hilberîna van mêweyên narincî bi pêş bikeve da ku gundî li gundê xwe bimînin.

Bawer im piştî 10 salan êdî pirteqal, mandalîna û lîmon dê bikevin bazarê.”

“Baxçe bûne wekî bihuştê

Gundê Xoya ku wekî "bihuşteke veşartî" tê binavkirin, di vê demsala payîzê de bi liv û tevgereke taybet e.

Şêniyên gund di nav baxçeyên xwe de yên ku bi darên pirteqal, mandalîn, lîmon, hinar, xurmeya bihuştê, zeytûn û heta mûz jî xemilîne, dixebitin.

Şêniya Gundê Xoyayê Hatîce Togrul jî got, “Her tiştê me heye, em li baxçeyê xwe berhem tînin.

Me rojekê jî ji derve nekiriye. Berê ev mêwe tune bûn. Berf wekî  berê nayê, tenê baran heye, ji ber wê jî fêkiyên me zêde bûne.”

“Ciwan dê êdî li gundê xwe bimînin”

Şêniyeke din a gund Serap Togrulê jî hêviyên xwe wiha anî ziman:

“Mêweyên ku li Antalya û Mêrsînê çêdibin, li gundê me jî çêdibin. Înşallah êdî ciwanên me naçin derve naxebitin. Ew dê li gundê xwe bixebitin.”

Gundî dixwazin dewlet alîkariyê bike

Tevî vê potansiyela nû, gelek gundî ji ber nebûna derfetên aborî neçar mane ku koçî bajarên mezin ên wekî Stenbolê bikin.

Şêniyê Gundê Xoyayê Mehmet Karakuzu got, “Nîvê Şankuşê gundiyên me ne. Li Stenbolê nêzîkî 400 malên gundê me hene.

Li memleketê me debara wan nabe, ji bo debarê çûne Stenbolê. Erazî kêm e, nifûs qelebalix e.

Helbet her kes dixwaze li memleketê xwe kar bike. Heke ev mêwe bi pêş bikeve û dewlet jî alîkariyê bike, dê baş bibe.”

Li gorî pisporan, demsala Xoyayê wekî "mîkroklîma" tê binavkirin û li deverê tenê li vî gundî tê dîtin.

Ev yek jî dibe sedem ku tevî hebûna gelek gundên din li peravê Firatê, ev mêwe tenê li Xoyayê şîn dibin.