Li Mêrdînê pevçûn: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qosarê ya Mêrdînê, di encama pevçûnekê de 5 kes birîndar bûn.

Bûyer li Taxa Ersoyluyê ya navçeya Qoserê di navbera du koman de qewimî.

Nîqaşa ku ji ber sedemeke nediyar dest pê kir, vegeriya pevçûna bi kêr û çekan.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de kesên bi navên S.S. (23), H.S. (55), M.S. (54) û K.Ç. (26) birîndar bûn.

Tîmên tendustiyên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Hat zanîn ku yek ji birîndaran R.S. (44) jî bi derfetên xwe çûye nexweşxaneyê.

Polîsan derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir.