Serhat Eren: Aktorê herî mezin û mîmarê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Amedê Serhat Eren ragihand ku endezyar û mîmarê sereke yê pêvajoya çareseriyê Abdullah Ocalan e û got, "Pêvajoya çareseriyê bêyî Ocalan naçe serî."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajo berdewam dike û mijareke germ ew e ku Komîsyon here Îmraliyê yan neçe.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren pêvajo ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re nirxand.

Serhat Eren diyar kir ku aktorê herî mezin ê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e û û tevgerê (PKK) piştgirî daye banga wî.

Eren ji bo serkeftina pêvajoyê bal kişand ser girîngiya hevdîtinên rasterast û da zanîn ku divê komîsyona parlamentoyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bîne.

Mînakên li cîhanê

Parlamenterê DEM Partiyê mînakên çareserkirina pirsgirêkan ên li cîhanê dan û got:

"Li seranserê cîhanê, di gelek pevçûn, şer û pirsgirêkên civakî de, ji bo çareseriyê mixatab ew kes in ku dest bi şer kiriye.

Wek mînak li Kolombiyayê Fermandarê FARCê Timochenko, li Başûrê Afrîkayê Mandela, li Nepalê Prachanda û di pirsgirêkên ETA û IRAyê de jî fermandarên wan wekî mixatab hatin qebûlkirin."

Serhat Eren bal kişand ser wê yekê ku kesê ku dest bi şer kiriye û di nava civakê de xwedî meşrûiyet e, divê ji bo çareseriyê bibe mixatab û got, ji bo ku pêvajo bigihîje encamê divê yasayên pêwîst bên derxistin û Komîsyon bi Ocalan re bicive.

Eren amaje bi wê yekê kir ku Ocalan herî baş dizane ku wî çima dest bi vî şerî kiriye, çima dixwaze bi dawî bîne û ji bo ku pêvajo derbasî qonaxeke siyasî û hiqûqî bibe çi pêwîst e.

Parlamenterê DEM Partiyê herî dawî got, ew dixwazin di dema herî zû de û berî amadekirina rapora Komîsyonê, heyetek here Îmraliyê û got:

“Ew (Ocalan) bi biryar e ku ev mesele çareser bibe. Komîsyonê guh da her kesî lê heta niha guh nedaye aktorê sereke.

Ev yek pêwîstiyek e, bêyî vê yekê ev mesele çareser nabe.”