Ezîz Weysî: Ev hilbijartin dê di dîroka Îraqê de bibe werçerxaneke girîng
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê Ezîz Weysî li navendeke dengdanê ragihand, " Ev hilbijartin dê di dîroka Îraqê de bibe werçerxaneke girîng."
Îro li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dengdana taybet tê kirin.
1,3 milyon endamên hêzên ewlehiyê û 26 hezar koçber diçin ser sindoqan.
Navendên dengdanê saet 07:00an hatin vekirin û dê heta saet 18:00an vekirî bin.
Fermandarê Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê Ezîz Weysî li navendeke dengdanê axivî.
Fermandarê Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê Ezîz Weysî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê wekî "dîrokî" bi nav kir û got:
"Îro di dîroka Îraqê de û ji bo Herêmê jî rojeke girîng e.
Pêşmerge di wê astê de ne ku ji vê fêm bikin. Em jî deng didin da ku mafên Pêşmergeyan werin misogerkirin."
Ezîz Weysî anî ziman:
"Em li bendê ne ku di roja dengdana giştî de jî welatî wekî Pêşmergeyan bi kelecan biçin ser sindoqên dengdanê.
Rojeke dîrokî ye û ez di wê baweriyê de me ji ber ku astengî gelek in dê di dîroka Îraqê de bibe werçerxaneke girîng."
Ezîz Weysî her wiha da zanîn:
"Hêzên Pêşmergeyan dê di xeta sêyemîn a çembera ewlehiyê de bin, ji bo bûyerên nexwestî em dê midaxeleyê bikin lê heta niha ti pirsgirêk derneketine."
Îro dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê birêve diçe. Parlamentoya Îraqê ji 329 kursiyan pêk tê û zêdetirî 7 hezar berbijêr ji bo bidestxistina kursiyên parlamentoyê rikaberiyê dikin.
Li Herêma Kurdistanê 224 hezar û 333 dengderên taybet mafê wan ê dengdanê heye ku hêzên ewlehiyê yên herêmê jî di nav de ne.
Pêvajoya hilbijartinan di bin çavdêriya çavdêrên navxweyî û navneteweyî de didome.
Li Îraqê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên parlamentoyê dê roja sêşemê (11ê vê mehê) were kirin.