TAYBET - MSD: Em nenavendiyeke demokratîk û berfireh dixwazin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî (MSD) ji Rûdawê got, "Em nenavendiyeke berfireh a birêvebirî, siyasî û darayî dixwazin."

Hesen Mihemed Elî nerîna Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a derbarê “dan û standinên Rêveberiya Xweser, HSD û hikûmeta Sûriyeyê, awayê nenavendiya ku ew dixwazin, belgeya Kurdan a ku 26ê Nîsanê hat ragihandin û Pêşmergeyên Rojê” ji Rûdawê re nirxand.

Nenavendiya Berfireh û Demokratîk

Hesen Mihemed Elî li ser modela nenavendî ya ku ew dixwazin got:

"Li gorî nerîna me, wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), nenavendiya pêwîst, nenavendiyeke demokratîk e ku li gorî taybetiya civaka Sûriyeyê be û ji tecrubeyên serkeftî yên cîhanê sûdê wergire.

Pêwîst e ew nenavendî berfireh û yekgirtî be û birêvebirî, siyasî û darayî di nav de bin. Ji ber ku pêkanîna aliyekî nenavendiyê bêyî yên din dibe sedema kêmasiyan ku nahêlin bigihin wan encamên ku Sûriyeyî dixwazin."

Wî da zanîn ku Sûriye ji aliyê etnîk û olî ve welatekî pirreng e, ji ber vê yekê çarçoveya herî baş ji bo parastina pirrengiyê û mafan, nenavendiya demokratîk e.

Li gorî Hesen Mihemed Elî nenavendiya demokratîk dê di navbera nenavendiya birêvebirî, siyasî û darayî de hevsengiyê çêbike da ku her civaka xwecihî kar û barên xwe bi xwe bike û xwedî nûnertiyeke demokratîk a rasteqîn be û di heman demê de yekîtiya dewletê û bingehên welatîbûna wekhev misoger bike.

Mekanîzmaya Gihiştina Formuleke Lihevkirinê

Berpirsê MSDyê derbarê çawaniya gihiştina formuleke lihevkirinê jî got:

"Pêdiviya modelên nenavendiyê yên ku li gorî Sûriyeyiyan bin bi pêvajoyeke lihevkirin û pîşeyî heye ku van tiştan li xwe bigire:

Avakirina komîteyeke pispor a ji şareza û kesayetiyên serbixwe ku di warên destûrî, birêvebirî û darayî de pispor bin.

Divê komîte nûnertiya hemû herêman bike û pêkhateyên civaka Sûriyeyê (etnîk û olî) û nûnerên hêzên siyasî û sivîl tê de cih bigirin.

Kar li gorî mekanîzmayên beşdar were kirin ku armanca wan gihiştina formuleke lihevkirinê ya berfireh be ku aliyên cuda razî bike û parastina maf û taybetiyên xwecihî misoger bike."

Helwesta MSDyê ya li ser rêbaza dan û standinan û belgeya hevbeş a Kurdan

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ew (MSD) tevlî pêvajoya diyalogê nabin û biland:

"Em wekî MSDyê ne beşek ji şandeya dan û standinan in lê em encaman dişopînin û gotûbêj dikin."

“Lihevkirinek çêbûye”

Wî diyar kir ku lihevkirineke di van dan û standinan de bandorê li seranserê Sûriyeyê dike û ji bo hêzên niştimanî û demokratîk ên li hemû herêman girîng e û li pey çû:

"Tiştê ku heta niha ji aliyê şandeya dan û standinan ve bi awayekî serekî tê pêşkêşkirin, fikra nenavendiyê ye û li ser vê prensîbê lihevkirineke destpêkê çêbûye lê belê hûrgilî dê paşê ji aliyê komîteyên pispor ên her du aliyan ve bên gotûbêjkirin."

Divê were gotin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştî konferansa yekrêzî û yekhelwestiyê ya 26ê Nîsanê belgeyeke hevpar ragihandibû.

“Belgeyeke guncav û girîng e”

Hesen Mihemed Elî di heqê vê belgeyê de jî ev agahî dan:

"Belgeya ku amaje pê tê kirin (ya di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî û de bi erêkirin û beşdariya hêz û kesayetiyên li derveyî her du çarçoveyan hatiye îmzekirin) li gorî nerîna me belgeyeke guncav û girîng e.

Xwedî karakterekî Kurdî bû lê li hemberî 11 xalên taybet ên meseleya Kurdan di 16 xalan de balê dikişîne ser aliyê niştimanî û ev yek nîşan dide ku wê mijarên niştimanî çareser kirine û hewl daye ji bo mijarên dîrokî yên aloz ên li Sûriyeyê çareseriyan pêşkêş bike.

Loma bi nerîna me divê were gotûbêjkirin û li ser dan û standin bên kirin, ji ber ku dikare ji bo çareseriyan di astên cuda de nêzîkatiyên pratîk pêşkêş bike."

Lihevkirina di Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer

10ê Adarê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de peymanek hatibû îmzekirin.

Hesen Mihemed Elî li ser vê peymanê jî got:

"Belgeyek/lihevkirineke îmzekirî di navbera General Mezlûm Ebdî û birêz Ehmed Şer de heye ku li ser astên xwecihî, niştimanî, herêmî û navneteweyî rastî pêşwaziyeke berfireh hat û wekî çarçoveyeke pratîk tê dîtin ku dikare trêna Sûriyeyê vegerîne ser rêya wê ya rast."

Wî her wiha anî ziman astengî û aloziya mijaran heye lê ji bilî diyalog û çareseriya siyasî li pêşiya wan ti alternatîva din nîne.

Li gorî gotina Hesen Mihemed Elî, "Redkirina rêya siyasî yan jî şemitîna ber bi tevlîhevî û şerê navxweyî ve dê ji bo hemû aliyan zerer be û dê êş û azarên gelê Sûriyeyê di astên cuda de kûrtir bike.

Pêkneanîna rêkeftinê ya bi awayekî lezgîn û bi mekanîzmayên kar ên realîst, rêyek e ji bo zêdekirina hêviya Sûriyeyiyan lê ew yek ji hemû aliyan û di serî de hikûmeta veguhêz a Şamê dixwaze ku bi awayekî cidî û pêbend bin ji bo ku rêkeftin bibe pêngavên pêkhatî û ne tenê wekî mohrekê li ser kaxezê bimîne."

Mijarên çekan

Hesen Mihemed Elî derbarê Pêşmergeyên Rojê yên ku niha li Herêma Kurdistanê ne got:

"Mijarên girêdayî Pêşmergeyên Rojê mijarên leşkerî ne û nakevin bin warê me yê rasterast, ev mijar berpirsiyariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û aliyên ewlehiyê yên pispor in.

Li gorî nêrîna me, baştir e ku Pêşmergeyên Rojê di çarçoveyên yasayî û sazûmanî de tevlî HSDyê bibin çimkî hêzeke yekgirtî pêwîstiyek e ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê yên mîna DAIŞê, her wiha ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina destkeftan."

Hevgirtin û Hevkariya Kurdan

Wî destnîşan kir ku Kurd di qonaxeke çarenivîssaz re derbas dibin û pêwîst e hêzên Kurdan û demokratîk hevkarî û piştgiriya hev bikin çimkî piştgirî ji bo parastina destkeftan erkekî niştimanî ye.”