Sîrwan Barzanî: DAIŞ hîn jî gef e û li derfetekê digere

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî got, “Me 5 şev berê li dûrbînên termal li Deşta Qeracê DAIŞî dîtin. DAIŞ hîn jî gef e û li derfetekê digere.”

Îro li Îraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet tê kirin

Di dengdana taybet a îro de, 1 milyon û 313 hezar endamên hêzên ewlehiyê (Pêşmerge jî di nav de ne) û  nêzîkî 26 hezar koçberan dê dengê xwe bidin.

Dengdanê saet 07:00an dest pê kir û dê saet 18:00an bi dawî bibe.

"Çavê me li wê yekê ye ku Kurd bi hêz vegerin”

Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Giwêr û Mexmûrê dengê xwe da û ji Rûdawê re got:

"Çavê me li wê yekê ye ku Kurd bi hêz vegerin Bexdayê û destûr bê bicihanîn.

Dengdan jî pêvajoya herî girîng e ku xelkê Kurdistanê beşdarî bibe ji bo bidestxistina mafên xwe.

Eger destûr bê bicihanîn, dê pirsgirêkên Kurdistanê bi giştî û pirsgirêkên Pêşmerge jî çareser bibin çimkî li gorî destûrê, Pêşmerge di çarçoveya hêzên ewlehiyê yên Îraqê de ye û divê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve budce, mûçe, perwerde û çek jê re bên dabînkirin lê heta niha yek ji wan gavan jî nehatiye bicihanîn."

“Em bi hev re operasyonên leşkerî pêk tînin”

Sîrwan Barzanî derbarê pêwendiyên Pêşmerge û artêşa Îraqê jî got: "Hevahengiya me bi artêşa Îraqê re heye û em bi hev re operasyonên leşkerî pêk tînin.

Bi hevparî li gel lîwayên hevbeş, valahiyên ewlehiyê hatine dagirtin."

“Me li Deşta Qeracê DAIŞî dîtin”

Wî diyar kir ku liv û tevgera DAIŞê berdewam dike û biland:

"Me pênc şev berê me li Deşta Qerecê tevgera DAIŞê dît û DAIŞ hîn jî gef e û li derfetekê digerin ku xwe ji nû ve birêxistin bikin."