Efrîn: Komîteya aştiya civakî hat sazkirin
Hewlêr (Rûdaw)- Bi destpêşxeriya Komîteyên Buhara Kurdî, ku rêxistineke civaka sivîl e, li Herêma Efrînê, Komîteyek ji bo aştiya civakî hat sazkirin.
Serokê Komîtên Buhara Kurdî, Xoşnav Hemo ji Rûdawê re ragihand ku endamên vê komîteyê serbixwe ne û armanca sereke ji avakirina wê navbênkariya her du partiyên Kurd, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û çareserkirina nakokiyan di navbera wan de ye.
Hemo got ku ew ji erkê vê komîteyê geşbîn in û bi hêvî ne ku di rojên bên de bighêje encamên dilxweşker.
Herwiha Hemo ji Rûdawê re diyar kir ku dibe ev komîte derbarê dorpêçkirina ku li ser herêma efrînê hatiye ferzkirin jî hin tevgeran bike