Çiyayê Şingalê (Rûdaw) – Ji havînê ve li ser çiyayê Şingalê ye û ji wê demê ve heta niha bêyî ku carekî bêje “ax” şev û roj kar dike ji bo ku dil û birînên Pêşmerge, şervan û kurdên êzîdî yên li wir asê mane, derman û xweş bike.
Xensa, pijîşkeke Rojavayê Kurdistanê û ji bajarê Dêrikê ye ku demek dirêj e li ser çiyayê Şingalê bi dil û can ji birîn û derdên wan kurdên êzîdî yên ku ji ber belaya DAIŞê xwe avêtina himbêza çiyayê Şingalê, re bûye derman.
Xensa dibêje: “Ez pir kêfxweşî im ku xizmeta pêşmerge û kurdên êzîdî dikim. Ez heta niha newestiyame. Ez heta salekê jî bimînin vir ez nawestim çimkî ew pir muhatc in…”
Li ser çiyayê Şingalê, herî kêm hezar sivîl hene. Li gorî ku Xensa dibêje, herî kêm 400 jinên ducan li ser çiyê hene ku rojane herî kêm 10-20 jin serdana çadira wê ya tenduristiyê dikin…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse