Ehmed Silêman: Em amade ne bi merc vegerin nav ENKSê

09-12-2015
Omar Kalo
Omar Kalo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Pêşverû Ehmed Silêman ragihand ku, eger PDK-Sê pêbendiya xwe bi peymana sêalî nîşan bide, ewê amede bin ku danûstendinan bo vegera nav ENKSê, bikin.

Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di navbera 20 heta 24 meha borî de kongreyê xwe yê 14mîn bi navê “Kongreyê Şehîdên Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” bi beşdarbûna 241 endaman li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê lidar xist û li rex nûkirina bernameya siyasî û sîstema hindirî û serkirdayetiya partiyê.

Ji berztirîn biryarên ku di kongreya Pêşverû de hatiye standin, xwe vekşandin ji Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bû.

Ehmed Silêman di hevpeyvînekê de ji Radyoya Rûdaw re ragihand: Sedema vekşandina partiya me ji ENKSê, pabendnebûna Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDKS) bi peymana sêalî ya di navbera hersê partiyên sereke di ENKSê (PDK-S, Yekîtî û Pêşverrû) de, ku ew peyam bi serpereştî û piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû.

Ehmed Silêman derbarê wê mijarê de wiha domand: Sedemên xwevekşandina partiya me ji ENKSê sedemên rêxistinî ne û qet ne ji ber sedemên siyasî ne, ango nêrîna siyasî ya partiya Pêşverû û partiyên ENKSê yek nêrîn û helwesta siyasî ye.

Silêman tekez kir ku, Tevî partiya me vekşandina xwe ji ENKSê ragihandiye, lê eger PDK-Sê pêbendiya xwe bi peymana sêalî ya bi piştgiriya Barzanî bibe, em dîsa amede bin ji danûstendinê vegera nava ENKSê re.

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, di civîna xwe ya dawiyê de li Qamişlo, biryara bidûrxistina endamê Partiya Demokrata Pêşverû Dr. Selah Derwîş ji Komîteya Siyasî ya Hevpeymaniya Hêzên Şoreş û Dijbereya Sûriyê (Îtîlafê) standiye û li şûna wî endamekî nû daniye.

Radyoya Rûdawê hevpeyvîneke taybet li ser encam û biryarên kongreya 14mên ya Partiya Pêşverû û rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û herêmê, bi Ehmed Silêman re çêkir, win dikarin li ser vê linka li jêr lê guhdarî bikin:

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst