Li ser wêrankariyên DAIŞê belge tên komkirin

Bertile (Rûdaw) – Li nahyeya Bertile ya Mûsilê, rêveberiya nahyeyê dest bi komkirina belgeyên wêrankariyê kirine. Ji aliyekê din ve jî karên ji nûve avadankirina nahyeyê dest pê kirine.

 

Piştî 2 salan nahyeya Bertile ji bin dagirkeriya DAIŞê hate rizgarkirin lê piraniya nahyeyê wêran bûye û avahiyên wê hilweşiyane. Niha tîmên avadankirinê tax û kolanan paqij dikin, amadekariyan dikin da ku xelk bikare vegere malên xwe.

 

Welatiyê bi navê Hîşam Ebdilselam diyar dike, ku rojane xelk tên temaşeyê mala xwe dikin û vedigerin.

 

Ji bo ji nûve avedankirina nahyeyê şaredariya Bertileyê piştî 2 salan deriyê avahiya xwe ji xizmetê re vekir.

 

Sekreterê Civata Wezîrên Iraqê Mehdî Elaq jî li navçeyê lêkoîn pêk anîn.

 

Elaq ji Rûdawê re got: “Pêwîste di nav 3 rojan de pêwîstiyên Bertileyê yên av, elektrîk, rê, perwerde, tendurustî û xizmetguzariyan bên destnîşankirin da ku em bikarin raporê bidin serokwezîriyê. Li ser vê yekê em dê ji bo vegera welatiyan dem diyar bikin.”

 

Welîd welatiyekî mesihî ye ku dixwaze malbata xwe vegerîne Bertileyê. Ew dibêje ku eger nahye bê avadankirin û di bin parastina pasevanên navdewletî de be, dê bikarin bi rehetî vegerin.

 

Bertle ser bi qezaya Hemdaniye ye dikeve rojhilatê Mûsilê. Beriya hatina DAIŞê hejmara nîştecihên wê 60 hezar kes bûn ku piraniya wan jî mesîhî bûn .