Li ber Gola Wanê xwarina masiyan zêde bûye
Navenda Nûçeyan - Li ber Gola Wanê welatî eleqeyeke mezin didin firotina masiyan a ku li ser keştiyan pêk tê.
Masîfiroşên li qeraxê Gola Wanê dixebitin, serê sibê masiyên kefal ji avê derdixin û nîvro jî li ser dezgehên keştiyan dipijen û paşê jî difiroşin.
Niştecihê bajêr eleqeyeke mezin nîşanî masiyan didin. Hin welatî li ser maseyan rûdinin û masiyên xwe dixwin, hin jî xwarina masiyan ya di nava nan de dixwin.
Piştî xwarinê welatî li qeraxê golê ji xwe re dimeşin.
Yek ji masîfiroşan Yavuz Taşdemîr di daxuyaniykê de got ku ew ji sala 1989an vir ve bi firotina masiyan debara xwe dike. Taşdemîr got ku piranî ew masiyên gola Wanê difiroşe û ev jî ji bo nasandina Wanê xizmetek e.
(A.B)