Ciwanên Rojavayê Kurdistanê siberoja xwe gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê Korbenda Rêxistina Pêl a taybet bi ciwanan birêve çû. Di korbendê de ciwanên Rojavayê Kurdistanê hemû mijarên peywendîdar bi rojevê û girêdayî bi jiyan û siberoja xwe gotûbêj kirin û daxwaz kirin ku divê rola wan di derxistina biryaran de hebe.

Li bajarê Hesekê yê Cezîra Rojavayê Kurdistanê Rêxistina Pêl a Ciwanan korbenda xwe ya sêyemîn li jêr navnîşana “Navçeya me cihekî baştir e bo hemûyan” birêve bir.

Di korbendê de ciwanên Rojavayê Kurdistanê hemû mijarên peywendîdar bi rojevê û girêdayî bi jiyan û siberoja wan gotûbêj kirin.

Endama Rêxistina Pêl Sewsen Hesen dibêje: “Me îsal Korbenda Rêxistina Pêl li bajarê Hesekê kir, ev korbend mihwerên, astengî û çîrokên koçberbûnê, ciwan û avakirina aştiyê, ciwan û jîngeh, ciwan û dahênan, û başî û nebaşiyên bikaranîna teknolojyayê ji aliyê ciwanan ve li xwe digire. Bbê guman armanca korbendê çêkirina guhertinê ye di nav ciwanan de û beşdarbûna wan di çêkirina biryarê de.”

Di korbenda Pêl a ciwanan de, derfet bo ciwanan hat dayîn , daku li ser hemû nerîn, bîr û hizrên xwe gengeşeyê bikin, herwiha daxwaz kirin ku divê rola ciwanan di çêkirina û standina biryaran de hebe.

Beşdarbûyê Korbendê Umer Berkel jî got: “Ciwan hêza serekî ne di hemû şoreşên cîhanê de, û hemû şoreşên cîhanê ji aliyê ciwanan ve destpê kirin e, û wek ku min di korbenda Pêl de jî dît her tişt bi ciwanan destpê dike. Tişta ku ez dixwazim bibêjim, divê ciwan guşarê li rêveberiya desthilatadar û kesayetên karbidest li welat  bikin, daku ligel wan kar bikin û gotina dawî ya ciwanan be.”

Rêxistina Pêl an Pêlên Sivîl di meha Îlona 2011ê de ji aliyê 50 ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Stockholma paytexta Swêdê hate damezrandin, armanc wan piştîvanîkirina tevgera sivîl bû li Rojavayê Kurdistanê. Sala 2013ê navenda xwe ya serekî li Qamişlo vekir û piştre li hemû bajar û bajarokên navçeyê çalakiyên avakirina civakek Sûrî li ser bingehên demokrasiyê, piralîbûnê û pêkvejiyanê destpê kir.