HPG: Li Zapê 8 leşker û efserên Tirkiyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Zapê ya Başûrê Kurdistanê şer di navbera gerîlayên PKK û leşkerên artêşa Tirkiyê de derket. HPGê ragihand ku 8 efser û leşker hatine kuştin, Tirkiyê jî tenê kuştina sê serbazan li devera "Pence-Brûsk" ragihand. HPGê diyar kir ku termên wan leşkeran jî ketine destê hêzên wan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) îro Pêncşemê 9ê Kanûna 2021ê ragihand ku di rojên 8 û 9ê Kanûnê de li devera Zapê operasyonek dijî artêşa Tirkiyê kirine û di şerê navbera gerîlayên PKK û leşkerên artêşa Tirkiyê de 8 efser û leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û dest danîne ser termên wan.

Li gor daxuyaniya HPGê, demjimêr 14:00 roja Çarşembê 8ê Kanûna 2021ê gerîlayên PKKê di operasyonekê de ku bi çekên giran çeperên artêşa Tirkiyê li girê Şehîd Munzur kirine armanc û ji pênc aliyan ve êrîş birine ser girê navborî.

`Termên leşkeran ketin destê gerîlayan`

Li gor daxuyaniya HPGê heta demjimêr 01:00ê serê sibeha îro Pêncşemê 9ê Kanûna 2021ê bi çekên giran û sivik êrîş berdewam bûye û 8 efser û leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin û termê wan ketiye destê gerîlayan.

Herwiha du çeper bi tevahî hatine têkşikandin û ligel termê wan 8 leşkeran dest danîne ser du çekên M-16, yek bombeavêj, yek BKC û hejmareke zêde ya teqemenî û kelûpelên pêdiviyên serbazî.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî li ser hesabê fermî yê wezaretê Twitterê kuştina sê leşkeran li devera Pence-Brûsk ragihand.