Li Qersê qeza: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 6 kes birîndar bûn.

Qeza derengiya şeva borî li ser rêya Qers û Selîmê li xaçerêya gundê Kumbetê qewimî.

Otomobîla ku Comert Y. (33) diajot û otomobîla ku Merif E. (43) diajot li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de her du ajokar û 4 kesên di otomobîlan de B.S., C.A., S.K. û S.Y. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê û Navenda Lêkolînên Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê.