Li Wanê qeza: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya nav dehlê û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li kîlometreya 26an a rêbejaya Wan-Qelqeliyê otomobîla ku H.Î. diajot, ji kontrolê derket û wergeriya nav dehla li kêleka rê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tîmên tenduristiyê UMKE, AFAD, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.

Şofêr û 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyên birîndar birin nexweşxaneyên li bajêr.