Lehiyê Çemçemal da ber xwe: 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Lehiyê bandor li gelek herêmên Herêma Kurdistanê kir. Birêvebiriya Parastina Sivîlan diyar kir ku ji ber lehiyê li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê 2 kes mirine ziyaneke mezin a madî gihiştiye welatiyan.

Berdevkê Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş ji Rûdawê re got, "Heta niha 2 kesan canê xwe ji dest daye, her du jî şêniyên nahiyeya Şoreşê ya Çemçemalê ne."

Serkewt Kareş di berdewamiyê jî de got, "Yek ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye zilamekî 70 salî ye ku dîwar bi ser de rûxiyaye, ew kesa din jî keçeke 24 salî ye ku ji ber lehiyê xeniqiye."

Serkewt Kareş derbarê ziyanên madî jî de got "Lehiyê ziyaneke mezin a madî gihandiye mal û otomobîlên welatiyên li Kerkûk û Silêmaniyê.

Pêla baranê li Hewlêr û Dihokê lawaztir e û ti haleta nexwestî nehatiye tomarkirin.

Hemû karmendên Parastina Sivîlan ji bo rizgarkirina canê wan welatiyên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye di amadehiyê de ne."

Ji roja yekşemê ve pêleke baranê Herêma Kurdistanê girtiye û berdewam dike.

Keşnasiya Herêma Kurdistanê pêşbînî kiriye ku îro dê li parêzgeha Silêmaniyê 35-45 milîmetre baran bibare.

Li aliyê din, asnameya wan her du kesên ku li navçeya Çemçemalê ji ber lehiyê mirine hat eşkerekirin.

Li gorî zanyariyan, nasname û temenê kesên mirine wiha ye:

Omer Seîd Emîn: Sala 1953 ji dayîk bûye şêniyê nahiyeya Şoreşê ye.

Bokan Beşaret Şerîf: Sala 2003yan ji dayîk bûye û şêniya nahiyeya Şoreşê ye.